Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk encamên binketina wê ne

Rêveberiya Xweser diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker reveke mezin ji raya giştî ya Tirk, paşguhkirina dozên hundirîn û ji wan jî doza Kurd e. Rêveberiyê anî ziman ku êrişên li dijî avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandoreke neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev kiryarekî dijminane ye û dikeve xana sûcên şer.

Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk encamên binketina wê ne
5 cotmeh, 2023   09:04

Careke din wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan derket û got dê hêzên welatê wî binesaziyên Iraqê û Sûriyeyê hedef bigirin. Li ser mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev gef û êrişên li dijî herêmê aliyekî wan a tolhilanînê heye, ji ber ku dewleta Tirk di projeya xwe û ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê de bi bin ket.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Careke din û di israrkirina hedefgirtina herêmên me de dewlet Tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrişên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin dibêjin ev herêm û saziyên xelkê w jî armancên projeya Tirkiyeyê ne. Ev zimanê gefxwarinê piştî gelê me plan û lîstikên qirêj ên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê li dijî xelkê me yê li Dêrazorê têk birin, hate kirin.

Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de herêmên me tên hedefgirtin. Dewleta Tirk sewqiyetên xwe yên leşkerî yên zêde li ser sînorê xwe yên bi Sûriyeyê re û rojane kiryarên li dijî ciwanên berê xwe bi rêya Tirkiyeyê didin Ewropayê û li dijî wan sûcên qetilkirin, îşkence û lêdanê bi kar tîne ji bîr dike.

Dewleta Tirk çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka Kurd e.

Di demekê de em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan teqz dikin:

Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta Tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket pêk tên.

Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.

Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî DAIŞ′ê û şaneyên wê dike.

Tu kes ji van gefan sûdê wernagire, her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tirk e.

Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.

Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de dewleta Tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin."

(fr)