​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran serî li dozgeriyê û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan
5 cotmeh, 2023   08:49

 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin bi Rêber Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an  ve bi ti awayî agahî ji Rêberê  Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin lê belê heta niha bersivêk ne girtine.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran  tenê 5 caran karîbûn hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.