Ji berê êriş rêxistinên herêmî nuqteyên li Kampa Waşûkanî vala kirin

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker li derdora Kampa Waşûkanî de rêxistinên herêmî yên li Kampê ku rojavayê Hesekê ye dixebitin nuqteyên xwe vala kirin.

Ji berê êriş rêxistinên herêmî nuqteyên li Kampa Waşûkanî vala kirin
5 cotmeh, 2023   08:43

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê bi balafirên şer û bêmirov gelek caran Hesekê bombebaran kirin; ji wan cihên hatine bombebarankirin mezreya Mişêrfe Himê ya li bakurê Hesekê, erebeyek li nêzî stasyona Himê ya li taxa Mişêrfê û derdora Kampa Waşûkanî ya taybet bi koçberên Serêkaniyê.

Her wiha balafirên dewleta Tirk derdora bendava Çilaxa ya Qamişloyê jî bombebaran kir.

Ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora kampê rêxistinên mirovî yên herêmî yên li Kampa Waşûkanî dixebitin neçar man nuqteyên xwe vala bikin û êriş tirsek di nava koçberan de çêkir.

Ev êriş, hemwextî salvegera 4′an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên.

(fr)

ANHA