Balafirên Tirkiyeyê bendava Çilaxa bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora bendava Çilaxa ya li bakurê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê bendava Çilaxa bombebaran kir
5 cotmeh, 2023   08:12

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora bendava Çilaxa bombebaran kir, lê tu agahiyên zêde aşkera nekirin.

Ev êrişa hewayî ya dewleta Tirk, piştî rêzêrişên bi rêya balafirên şer û bêmirov li dijî Hesekê ku avahiyên xizmetguzarî û Kampa Waşûkanî, pêk hat.

(fr)

ANHA