Gerîlayê fedayî li Wanê spartin axê

Cenazeyê endamê Tabûra Nemiran Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) ku 1'ê Cotmehê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, li navçeya Erdîş a Wanê hate veşartin.

Gerîlayê fedayî li Wanê spartin axê
5 cotmeh, 2023   07:52

Yek ji du endamên Tabûra Nemiran ku li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin cenazeyê Ozkan Şahîn ji aliyê polîsan ve hate revandin û bi şev birin Erdîşê.

Cenazeyê gerîla piştre li taxa Qeredoganê bi amadebûna ferdên malbatê hate veşartin.

Polîs û leşkerên ku dor li taxê girtin, nehiştin ku ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibin.