Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin

Şaredariyên gel ên herêma Firatê xebatên xizmetguzariyê yên ji Gulanê ve dest pê kirin, bi dawî kirin. Şardariya Gel a Tebqayê zêdetirî ji sedî 80`ê projeyên ziftkirina rêyan bi dawî kirin.

Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
Şaredariya Tebqayê ji sedî 80`ê xebatên xwe bi dawî kirin
5 cotmeh, 2023   07:20

Şaredariyên gel ên herêma Firatê ji navîna Gulanê ve dest bi 50 xebatên xizmetguzariyê kiribûn.

Heta niha, ruxmî ku dayîna budceya giştî ya komîteya şaredariyan a herêma Firatê dereng ma jî, gef û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê ku di encamê de hin caran xebat radiwestîn, lê belê şaredariyan gelek proje bi dawî kirin.

Şaredariyên gel ên herêma Firatê di Gulanê de gelek kolan û rê bi 9 hezar û 500 metre bermahî, 7 hezar û 110 bi kevirê şikandî sererast kirin. Her wiha di çarçoveya xebatên kanalîzasyonê de, 4 hezar û 900 metre tore bi cih kirin, ebare, û rêyên nû li herêmê bi dirêjahiya 9 hezar metre ava kirin. 2 kîlometre rê, zift kir.

Der barê xebatên şaredariyên gel ên herêma Firatê de hevserokê Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê Hecî Mîr da zanîn ku hindek maye, plansaziya havînê bi dawî bibe, tevî ku budceya giştî dereng gihaşt ber destê wan û bû sedem hin proje dereng dest pê bikin.

Mîr wiha domand: “Ji bo şopandina xebatên şaredariyan li herêmê me komîteyeke çavdêr ava kir. Ji niha ve em hewl didin projeyên sala bê li gor plansaziya xwe dest pê bikin.”

Rêveberiya Xweser ji bo Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê ya ku 15 şaredariyên gel girêdayî wê ne, 2 milyon û 200 hezar dolar veqetandiye.

Komîteya Şaredariyan a Tebqayê hindek maye projeya ziftkirina rêyan bi rêjeya ji sedî 80 li bajêr û gundewar bi dawî bike. Di vê projeyê de 121 hezar û 800 metrekab, zift hate bikaranîn.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Tebqayê Ebdulhemîn El Ebdûlî got: “Komîteya Şaredariyan a Tebqayê, hindek maye xebatên xizmetguzariyê yên sala 2023`yan bi dawî bike. Heta niha bi rêjeya ji sedî 80`ê projeyan temam kiriye.”

El Ebdulî anî ziman ku ji projeyên herî girîng ên hatine kirin, ziftkirina kolanên bajêr ên çal û kurt tê de hebûn mîna kolala Fayiz Mesûr, Omer Bin El Xetab, Kornîş El Xerbî, Filistîn, Sînaa Duyemîn, Xerbî Servîs, Sicad, Reîsî, Firin El Yetîm, Şalêhat, Rêya Caber, Metahin, Sûq Xudar Cenûbî (sûka sebzeyan a başûr) û têketina Ayid.

El Ebdulî wiha domand: “Niha em li navçeya Cirniyê rêyan zift dikin. Îsal bi 121 hezar û 800 metrekab rê li bajarê Tebqa û gundewar tê ziftkirin.”

Şaredariyê li gorî plansaziya ku daniye, dê 3 ebareyan li bajarokê Şemsdîn bi cih bike, pira Kerwan firehtir bike û torên avê yên taxên bajêr sererast bike.

(şx)

ANHA