Li herêma ′bêçek′ di 24 saetan de 6 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn

Di encama topbaranên hêzên hikumeta Şamê li herêmên cuda yên ′bêçek′ de di 24 saetan de 6 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li herêma ′bêçek′ di 24 saetan de 6 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn
5 cotmeh, 2023   07:48

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di kêmtirî 24 saetan de di encama topbaranên hêzên hikumeta Şamê li dijî herêma qaşo ′bêçek′ de 6 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR′ê, hêzên hikumeta Şamê derdora Kefer Noran ê Helebê saeta di saetên berbangê de topbaran kir, di encamê de 5 kes ji heman malbatê hatin kuştin (4 jin û xurtekî) û jinek din jî birîndar bû.

Duh jî, di topbaranên hikumeta Şamê li dijî bajarê Sermîn û derdora dibistanekê li herêmê de zarokek heta kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

(fr)