Li Hindistanê lehî rabû: 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Bi sedema baranên dijwar û bilindbûna rêjeya avê di gola qeşayê de li Hindistanê lehî rabû û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 102 kesên din winda ne.

Li Hindistanê lehî rabû: 14 kesan jiyana xwe ji dest da
5 cotmeh, 2023   07:19

Li gorî kanala El Hura, rayedaran diyar kir ku bi sedema barana dijwar a li Hindistanê rêjeya ava gola qeşayê bilind û lehî rabû, di encamê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 102 kes winda ne di nav de 22 endamên artêşê ne.

Rayedaran destnîşan kir ku di encama lehiyê de nêzî 22 hezar kesan zirar dîtin.

(fr)