​​​​​​​Balafirên Tirkiyeyê erebeyek û derdora Kampa Waşûkanî bombebaran kirin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker li nêzî stasyona Himê ya li taxa Mişêrfa ya Hesekê erebeyek bombebaran kir, li gorî agahiyên destpêkê şehîd hene.

​​​​​​​Balafirên Tirkiyeyê erebeyek û derdora Kampa Waşûkanî bombebaran kirin
5 cotmeh, 2023   07:16

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, balafirên dewleta Tirk a dagirker li nêzî stasyona Himê ya li taxa Mişêrfa ya Hesekê erebeyek bombebaran kir.

Nûçegihanên me nikarîn xwe bigihandana cihê bombebaranê. Ji ber ku balafirên Tirkiyeyê erebeyên li wir tev digerin bombebaran dikin, her wiha balafirên şer û bêmirov li asîmanê herêmê digerin.

Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku tê de koçberên Serêkaniyê hene gelek caran bombebaran kir.

(fr)

ANHA