​​​​​​​`Yekitiya neteweyî bi dûrxistina xayînan pêk tê`

​​​​​​​Kurdên Helebê destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dê armancên dagirkeran û hevkarên wan ên xayîn têk bibe, her wiha wan banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî û dûrxistina xayînan kir.

​​​​​​​`Yekitiya neteweyî bi dûrxistina xayînan pêk tê`
5 cotmeh, 2023   07:03

Di çarçoveya nerazîbûnên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nerazîbûna xwe nîşan da.

PÊKANÎNA YEKITIYA NETEWEYÎ BERSIVA LI HEMBER XIYANETÊ YE

Cîhan Îbiş ku yek ji welatiyên taxa Eşrefiyê ye got: "PDK'ê xiyaneta xwe ya li doza Kurd nû dike û destê xwe dike destê dewleta Tirk a dagirker. Pêkanîna yekitiya Kurdî bersiva herî baş a li hember hewldanên xiyanetê yên PDK'ê ye."

Cîhan wiha lê zêde kir: "Serdanên di navbera berpirsên PDK'ê û yên dewleta Tirk a dagirker de nîşan didin ku di navbera wan de hevkariyek di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de heye, ev jî ji bo gelê Kurd nayê qebûlkirin."

'PÊKANÎNA YEKITIYÊ Û HESABPIRSÎNÊ JI XAYÎNAN'

Welatiya bi navê Xedîce Mehmûd îşaret pê kir ku ew di hemû çalakiyên aştiyane yên ji bo şermezarkirina hevkariya PDK'ê li gel dewleta Tirk a dagirker de beşdar dibe û banga lidarxistjna kongreyeke neteweyî, pêkanîna yekitiyeke Kurdî û hesabpirsînê ji xayînan kir.

XAYÎN DIXWAZIN MAFÊN GELAN WINDA BIKIN

Her wiha, welatiya bi navê Fatme Mihemed jî got: "Peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û ENKS'ê de bi armanca rewakirina dagirkeriyê ne û ew xayîntiya endamên ENKS'ê piştrast dike.

Fatme Mihemed got hevkariya ENKS'ê bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanetî ye û di encamê de mafên gelê Kurd ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên windakirin.

Fatme soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan da.

(mh)

ANHA