Hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo başkirina kehrebeyê li Til Hemîsê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi rêya sererastkirina stasyona kehrebeyê ya 20/66 kv hewl dide saetên dayîna kehrebeyê, ji navçeyê û 300 gundên derdorê re baş bike.

Hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo başkirina kehrebeyê li Til Hemîsê
5 cotmeh, 2023   06:49

Malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 3`yê Cotmehê ragihand ku xebatên sererastkirina stasyona Til Hemîsê ya 20/66 kv dest pê kirine ku ji zêdetirî 10 salan ve dema komên çeteyan navçe dagir kiribû, rawestiyaye.

Piştî ku komên çeteyan ketin navçeya Til Hemîsê dawiya 2012`an û navçe dagir kir, binesaziya navçeyê, stasyonên avê û kehrebeyê hatin dizîn û wêrankirin. Dûre 27`ê Sibata 2015`an ji aliyê YPG û YPJ`ê ve hate rizgarkirin.

Li gor hevserokê Saziya Kehrebeyê ya Til Hemîsê Xelîl El Umerî, saziyê bi koordîneya Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, piştî peydakirina amûr û pêdiviyên pêwîst dest sererastkirina stasyonê kirine.

Sererastkirina stasyonê sûdê li navçeyê û derdora 300 gundên girêdayî wê dike. Dê saetên dayîna kehrebeyê baş bibin.

Hevserokê Saziya Kehrebeyê ya Til Hemîsê Xelîl El Umerî destnîşan kir ku saetên dayîna kehrebeyê piştî bidawîbûna xebatên sererastkirinê dê baş bibin û got: “Kapasîteya stasyonê bilind e. Dikare kehrebeyî bi awayekî baş bide gundan.”

Li gorî berpirsên xebatê, lêçûna sererastkirinê dê 500 hezar dolar derbas bike û dê xebatên sererastkirinê 40 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA