​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb pirtûka 25 salên komployê amade dikin

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî wê di sala 26’an a komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan de wê pirtûka ku 25 salên komployê vedibêje amade bikin. 

​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb pirtûka 25 salên komployê amade dikin
4 cotmeh, 2023   23:35

Koordînatorê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî nivîskarê Misrî Îlhamî Milêcî bi minasebeta salvegera 25’emîn a komploya navnetewî ji ANHA’yê re axivî û derbarê bernameya komîteyê de agahî parve kirin.

AMADEKARIYÊN PIRTÛKÊ

Îlhamî Milêcî bal kişand ku  azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê rê li ber peydakirina çareseriyek demokratîk û aştiyane veke û got: “Wê bi rêya projeya neteweya demokratîk nakokiyên navbera Kurdan û dewleta Tirk a dagirker de, her wiha nakokiyên navbera Kurdan û dewletên herêmê de çareser bike”

Nivîskar Milêcî destnîşan kir ku ew jî wekî komîte di vê çarçoveyê de xebat dimeşînin û dixwazin rastiya komployê derxînin holê.  Milêcî da zanîn ku bi vê mebestê ew niha amadekariya pirtûkeke ku dê li ser 25 salên komployê bê amadekirin dikin. Di pirtûkê de sedem û armanca avakirina Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî, çalakî û plansaziyên wê jî cîh bigirin. Milêcî diyar kir ku ew hedef dikin pirtûkê heta 15’ê Sibatê bidawî bikin.

Îlhamî Milêcî anî ziman ku piştî pirtûk hat amadekirin û weşandin, wê bi beşdariyek hejmarek zêde ya nivîskar, siyasetmedar, aktivîstan panelek were pêkanîn û li ser naveroka pirtûkê nîqaş bên meşandin. 

‘HEQÎQET WÊ BI SER BIKEVE

Kordînatorê Komîteyê Îlhamî Milêcî destnîşan kir ew hewl didin fişarê bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û got: “Di vê çarçoveyê de gelek zehmetî li pêşiya me derdikevin. Lê belê em hewl didin wan derbas bikin. Em hevrikên xwedî derfetên mezin re rû bi rû ne. Lê em hêza xwe ji mafdariya dozê digirin. Dîrok, pêşbînî dike ku dê heqîqet teqez bi ser keve."

(mh/a)

ANHA