Rojnameyên erebî: ′Îtîlaf′ amûrên ′rejîmê′ ji bo bêbandorkirinê bi kar tîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa ′Îtîlafa Sûriyeyê′, hilbijartinên Misirî û pêşdeçûên Amerîkayê yên dawîn kir.

Rojnameyên erebî: ′Îtîlaf′ amûrên ′rejîmê′ ji bo bêbandorkirinê bi kar tîne
5 cotmeh, 2023   06:48

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Îtîlaf amûrên rejîmê ji bo bêbandorkirinê bi kar tîne′ nûçeyek nivisî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku qaşo ′Muxalefeta Sûriyeyê′ ya bi nûnertiya ′îtîlafê′ xwe diyar kir ku ji rejîma Beşar Esed ku di 2011′an de li dijî wê sekiniye ne cuda ye. Rojnameyê destnîşan kir ku rêveberiya nû ya îtîlafê girîngiyê dide bêbandorkirina hevrikên xwe yên siyasetmedar, piştî di derbaskirina girêka hilbijartinan de bi ser ket. Bi wê re îsbat kir ku ew ne aliyekî altarnatîf e lê belê ew îlhamê ji amûrên rejîmê digire ku bimîne.

′TU TEXMÎNÊN GUHARTINÊ DI HILBIJARTINÊN MISIRÎ DE TUNE NE′

Der barê rewşa Misirê de rojnameya El Exbar behsa mijara hilbijartinan kir û diyar kir ku serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî belgeyên namzetiya xwe ji bo serokatiyeke nû pêşkêş kir û biryareke komarê ya jinûve avakirina ′Heyeta Nîştimanî ya Hilbijartin′, aliyê dozgeriyê yê serbixwe da. Ew yek di demekê de hate ku tu kesî texmîn nedikir ku guhartin bandorekê cewherî di siyasetên ′nîştimanî ya hilbijartinan′ çêke.

′VALAHIYEKE QANÛNÎ YA AMERÎKAYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa pêşdeçûnên siyasî yên dawîn di Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de kir û diyar kir ku DYA′yê rûbirûyî valahiyeke qanûnî ye, ew jî piştî serokê Meclisa Nûneran cara yekemîn ji erka xwe hate tecrîdkirin. Serokê Meclisa Nûneran diyar kir ku bi derketina wî valahiyeke qanûnî dihêle û li bendê ye ku bedîlekî din ê xwedî gelek dengan were ser kar. Lê ev bedîl heta niha tune ye. Ji lew re Meclisa Nûneran rûniştinên xwe heta sêşema bê taloqkirin ku bi hêvî ye kesekî guncaw were dîtin.

(fr)