Salih Nûh: Divê partiyên Başûrê Kurdistanê li hember xiyaneta PDK'ê rabin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh destnîşan kir ku çekdarên PDK'ê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirke ê li dijî Kurdan dimeşînin, her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê li hember xiyaneta wan kir.

Salih Nûh: Divê partiyên Başûrê Kurdistanê li hember xiyaneta PDK'ê rabin
5 cotmeh, 2023   03:17

Helwestên şermezarkirina hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gel dewleta Tirk dagirker ji aliyê civaka Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didomin.

Der barê vê mijarê de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh got: "Gelê Kurd di qonaxeke hestiyar re debas dibe nexasim ku ew êdî ji bindestiyê rizgar dibe. Lê belê dijmin hewl didin wî wek berê vegerînin û di vî şerî de çekdarên PDK'ê bi kar tînin."

Nûh wiha lê zêde kir: "Dîrok xwe dubare dike, dijmin bi heman awayê şoreşên berê têk birine, dike. Îro çekdarên PDK'ê şerê tunekirinê yê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşînin. Divê Kurd asta têkoşîna xwe li hember xayînan bilind bikin, dema gel berê xwe dide qadan her tişt pêk tê."

Nûh destnîşan kir ku şêniyên Başûrê Kurdistanê ji ber zordariya çekdarên PDK’ê zehemtiyan dikişînin û got: “Çareseriya tekane ew e ku gelê wir li hember wan çekdarên ku planên dagirkeriya Tirk pêk tînin, serî hildin.”

Nûh diyar kir ku rola zêde ya têkbirina çekdarên PDK'ê li ser milê partiyên Kurd e ku divê destwerdanê bikin û kiryarên partiyê rawestînin.

Nûh di dawiya axaftina xwe de got: "Çekdarên PDK'ê bûne xençerek di pişta gelê Kurd de û îro em nêzîkî şopa rastiyê ne, ew şopa ku Rêber Abdullah Ocalan xêz kiriye. Ew hewl didin şoreşa me vemirînin lê ew nikarim bigihîjin armanca xwe."

(mh)

ANHA