Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin

Akademiyên Lêkolînan a Zanista Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rasthatina salvagera 1`emîn a şehîdxistina pêşenga jineolojiyê Nagîhan Akarsel pirtûkxaneya bi navê Şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê vekir.

Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Helebê pirtûkxane hate vekirin
4 cotmeh, 2023   19:02

Bi dehan endamên saziyên sivîl, partî û şênî tev li merasîma vekirina naendê bûn. Di merasîmê de endama Kongra Star Berjîn Efrîn axivî.

Berjîn şehîd  Nagîhan û şehîdên çalakiya fedaî ya li Enqereyê bi bîr anîn. Dûre behsa kurtejiyana şehîd Nagîhan Akarsel kir û têkoşîna wê kir.

Berjîn di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîd Nagîhan da ku zanistê di nava civakan de belav bike.

Dûre endama akademiyê, Orîvan Ebdo axivî û got Heleb, ji dîrokê ve navendeke çandê ya cihereng e.

Orîvan soz da ku li ser şopa şehîd Nagîhan civakê pêş bixin, zanistê û fikrê azad belav bikin.

Paşê, sînefizyonek têkildarî jiyana şehîd Nagîhan û têkoşîna wê hate pêşandan.

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn di şahiyê de, stranek pêşandan. Dûre endamên navenda lêkolînan jineolojiyê, pirtûxane vekir.

(şx)

ANHA