​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2023

​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2023
4 cotmeh, 2023   23:00

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe di dema bê de, bi nêzîkbûna salvegera 25`an a komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên Hesekê banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û teqezî bu girîngiya wê yekê da ku rastiya kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 9’emîn a çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan de, malbata şehîd Arîn Mîrkan diyar kir ku çalakiya şehîd Arîn ji wan re serbilindiyek e û got xwesteka wê dîtina Kurdistaneke azad bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh destnîşan kir ku çekdarên PDK'ê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirke ê li dijî Kurdan dimeşînin, her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê li hember xiyaneta wan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrazorê destnîşan kir ku divê hesab ji fesadan û ji kesên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bê pirsîn. Her wiha dan zanîn ku ew hewldanan nas kirine û dê bi hevgirtina xwe li hemberê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kurdên Helebê destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dê armancên dagirkeran û hevkarên wan ên xayîn têk bibe, her wiha wan banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî û dûrxistina xayînan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariyên gel ên herêma Firatê xebatên xizmetguzariyê yên ji Gulanê ve dest pê kirin, bi dawî kirin. Şardariya Gel a Tebqayê zêdetirî ji sedî 80`ê projeyên ziftkirina rêyan bi dawî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi rêya sererastkirina stasyona kehrebeyê ya 20/66 kv hewl dide saetên dayîna kehrebeyê, ji navçeyê û 300 gundên derdorê re baş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jin li navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Dêrik û Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dadikevin xwepêşandanê li qada şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeke êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê da ku tev li merasîma cejna Hemay a li perestgeha Laleş bibin ku dê 7 rojan berdewam bike. Kom ji pêşiya Mala Êzidî ya li navçeya Tirbespiyê bi rêdikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermen û Yekitiya Jinên Ermen, ji bo şermezarkirina qirkirina komî û guhertina demografiyê li dijî ermenên li Artsaxê li pêşiya avahiya komîseriya kar û barên penaberan a NY`yê li Qamişloyê, daxuyaniyekê dide saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê li ijî komploya navneteweyî derdikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)