'Divê em bi hunera xwe sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin'

Rewşenbîrên Hesekê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina asta têkoşînê kir û teqezî bi girîngiya hevgirtinê kir ji bo ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tên kirin, werin aşkerakirin.

'Divê em bi hunera xwe sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin'
5 cotmeh, 2023   00:45

Bi nêzîkbûna salvegera 25'emîn a komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û radestkirina wî ji bo dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Tebaxa 1999'an de re, rewşenbîrên Hesekê ev komplo şermezar kirin û destnîşan kirin ku dewletên ku di komployê de beşdar in mafên mirovan binpê dikin ne diparêzin.

Der barê vê mijarê, helbestvan û hunermend Ferhad Merdê got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ber tirsa hêzên navneteweyî ya ji fikrê wî yê rizgarkirina gelan e, hêzên kapîtalîst şerê her kesê li dijî xwe dikin, her wiha şerê demokrasîxwaz û kesên ku banga mafên mirovan dikin, dikin."

Merdê wiha domand: "Hemû komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne, lê belê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em ê hemû planên dijmin têk bibin."

Di dawiya axaftina xwe de Merdê got: "Divê em her kes di qada xwe de, qada hunerî, rewşenbîrî, rêxistinî û çandî erkên xwe pêk bînin û rastiya kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya helbest, dîmen û stranên xwe eşkere bikin."

Endamê Koma Şehîd Hogir a kultûrê ya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a Hesekê Mihemed Bedran got: "Tiştê ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo me û ji bo gelê herêmê kiriye bêhempa ye, bila em jê re dilsoz bin û xwedî lê derkevin û bi şev û roj li qadan bin."

Bedran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo rizgarkirina hemû gelên bindest jiyana xwe feda kir.

Bedran wiha domand: "Dewletên ku dibêjin qaşo ew piştgiriya mafên mirovan dikin ew bi xwe wan mafan binpê dike û şerê azadîxwazan dike, ew hevkarên dewleta Tirk a dagirker in ku mafê Rêber Abdullah Ocalan jê standine."

Di dawiya axaftina xwe de Bedran got: "Divê her kesê di çand û hunerê de bi rêya stran û çalakiyên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin."

(mh)

ANHA