Li Xertûmê di êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 20 kes hatin kuştin

Di şer û pevçûnên bênavber ên artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Sûdanê de 20 kes hatin kuştin.

Li Xertûmê di êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 20 kes hatin kuştin
4 cotmeh, 2023   11:19

Li Sûdanê nêzî 6 meh e di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer dewam e.

Komîteyên taxên herêma Samrabê diyar kir ku di topbaranên Hêzên Pıştevaniya Lezgîn li dijî hrêma Samrabê ya bajarê Xertûmê yê deryayî de 20 kes hatin kuştin.

Artêşê bi topavêj û balafirên bêmirov gelek nuqteyên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li Xertûmê hedef girtin û li nuqte, taxên Cebre û Mucahîdîn  û herêma naverasta Xertûmê dengê teqînan hat.

Her wiha Hêzên Piştevaniya Lezgîn gelek navendên artêşê topbaran kirin.

(fr)