​​​​​​​Di êrişa Tirkiyeyê li Hesekê de 4 welatî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li kargeha avahiyan a li Hesekê de 4 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa Tirkiyeyê li Hesekê de 4 welatî birîndar bûn
4 cotmeh, 2023   11:03

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa hewayî ya li dijî kargeha avahiyan a li bajarokê Sefiye yê Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî herêmên me, têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên me de dewam dike. Îro jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bi 3 moşekan kargehek avahiyan li bajarokê Sefiye bombebaran kir, di encamê de 4 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Ev hedefgirtinên bênavber îsrara me ya dewamkirina têkoşînê ji bo têkbirina tevahî planên têkbirina ewlehî û îstîqrarê zêde dike."

(fr)