Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji malbatên şehîdan ên kantona Kobanê re ji bo danasîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist.

Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
Ji malbatên şehîdan re li ser komployê civînek hate lidarxistin
4 cotmeh, 2023   11:44

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji malbatên şehîdan ên Kobanê re civînek li dar xist. Civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di civînê de endamê rêveberiya Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed komploya navneteweyî şermezar kir û got ciwan di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de amade ne canê xwe bidin.

Mihemedd wiha got: "Armanc ji komploya navneteweyî xeta azadiyê ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re pêk hatiye têk bibin, lê xewnên komplogeran badilhewa bûn û hîna li pey Rêbertî bi milyonan welatî hene li ser vê fikrê ne û hewl didin azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Mihemed di dawiyê de bang kir ku li hember komplogeran têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.

Civîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser komployê bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi nêzbûna salvegera 25′an a komploya navneteweyî ku planên wê yên destpêkê di 9′ê Cotmeha 1998′an de hate destpêkirin rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina vê komployê ji destpêka vê mehê ve hatin destpêkirin.

(fr)

ANHA