Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin

Parlamenterên ewropî diyar kir ku Rêveberiya Xeser herêmeke fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe û tê de bi milyonan sûriyeyî ji tevahî pêkhateyên etnîkî û olî hene, ji lew re divê nûnerên wê di tevahî civînên navneteweyî de yên li ser Sûriyeyê tên lidarxistin hebin.

Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
Rêveberiya Xweser rêzehevdîtin bi parlamenterên Ewropayê re kirin
4 cotmeh, 2023   08:03

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer rêzehevdîtin li navenda parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê kirin. Di wan hevdîtinan de pêşdeçûnên dawî li ser qada Sûriyeyê bi giştî , Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet hatin nîqaşkirin.

Hevdîtin bi parlamenterên ewropî Alfonsi Francois, Catherine Langen Sieben, Fabio Castaldo, Javier Nart, Ilan DeBasso û Marisa Matias re pêk hatin.

Omer di van hevdîtinan de li ser pêşdeçûna krîza Sûriyeyê axivî û bal kişand ser tunebûna tu asoyekê ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane li welat, her wiha got hewldanên ewropa û navneteweyî yên ji bo xebata siyasî girîng in.

Li ser sedemên li pey astengkirina hewldanên çareseriya siyasî, Omer wiha got: "Diyar e hin astengî hene ku nahêlin krîza Sûriyeyê bi dawî be. Rejîma Sûriyeyê naxwaze çareser be û hîna jî bi rêya rêbazên leşkerî, ewlehî û vegera li beriya 2011′an hewl de welat kontrol bike. Hêzên muxalefetê jî şertgirê derve ne û ew jî berpirsiyariyeke mezin ê vê krîzê ne. Ji ber ku xwestekên rasteqn ên ku sûriyeyî ji bo wan derketine paşguh dikin û li gorî fermanên hêzên herêmî tev digerin."

′SEDEMÊN PAŞXISTINA ÇARESERIYA SÛRIYEYÊ′

Li ser berpirsiyariya hêzên navneteweyî di dirêjkirina temenê şerê Sûriyeyê de Omer wiha domand: "Ji ber ku li gel hêzên navneteweyî nêrîneke stratejîk a aşkera ji bo çareserkirina krîza sûriyeyê tune ye çareseriya siyasî li Sûriyeyê dereng ma û hate paşxistin, ji wê zêdetir jî hin hêzên aktîf li qada Sûriyeyê mîna mijara Astanayê li pêş çareserkirinê asteng in. Ev dewlet jî di bingeh de hêmanên astengiya çareseriyê ne û pê bawerî nabe."

Li ser biyannameya Rêveberiya Xweser ji çareseriya siyasî li Sûriyeyê Omer wiha pê de çû: "Astengiyên li pêş çareseriya siyasî li welat hişt ku Rêveberiya Xweser beriya çend mehan vê biyannameyê pêşkêş bike û ji naveroka wê diyar e ku ew girîngiyê dide beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan di çi hewldaneke bidawîkirina krîzê de û divê mafên tevahî pêkhateyên di Sûriyeyekê pêşerojê de parastî be."

′DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BEŞDARÎ HER HEWLDANÊN ÇARESERIYA KRÎZA SÛRIYEYÊ BE′

Parlamenterên ewropî jî anî ziman ku divê hewldanên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hebin û êşên sûriyeyiyan neyên paşguhkirin û got: "Girîng e ku hewldanên durist ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bên kirin. Em bawer in ku çareserî divê li gorî biryara navneteweyî ya 2254′an be û ji wê zêdetir pir girîng e ku her çareseriyek daxwazên rewa yên hemû Sûriyê pêk were.”

Parlamenteran li ser pêwîstiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di hewldanên çareseriyê de wiha domand: "Em dizanin ku Rêveberiya Xweser herêmên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de bi milyonan sûriyeyiyên ji tevahî pêkhateyên etnîkî û olî hene bi rê ve dibe, ji lew re divê nûnerên ji wê beşdarî hemû civînên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê tên nîqaşkirin be. Ji ber ku ji bilî wê tu çareseriyeke pêşerojê ku maf û xwestekên rewa yên tevahî sûriyeyiyan pêk bîne tune ye."

′PÊŞNIYAR Û ÇAREYÊN RÊVEBERIYA XWESER PÊŞKÊŞ KIRINE ÊŞÊN SÛRIYEYIYAN SÎNORDAR DIKIN′

Têkildarî biyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo pêşwazkirina penaber û koçberên Sûriyeyê yên dixwazin berê xwe bidin herêmên wê pêşkêş kiriye parlamenterên ewropî got wan ev biyanname bi erêniyeke mezin pêşwaz kirin û baweriya xwe anî ziman û wiha pê de çûn: "Dê ev pêşniyar û çareseriyên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine bi awayekî mezin êşên sûriyeyiyan ên mirovî sînordar bikin û li gorî wê em bawer in ku civata navneteweyî jî bi erk û berpirsiyariyên xwe rabe û tevahî şêweyên piştgirî û alîkariyên guncaw pêşkêşî Rêveberiya Xweser bike ku di vê dosyayên de bi ser bikeve."

Li ser ragihandina Rêveberiya Xweser a israra xwe ya destpêkirina tedbîrên darizandina hin endamên çeteyên DAIŞ′ê parlamenteran ev tişt anî ziman: "Em vê gava Rêveberiya Xweser fêm dikin, ji ber ku piştî hemû fedakariyên dane li benda hêzên navneteweyî bû ku bi erkên xwe yên rêxistin careke din dernekve rabin. Ev yek jî ji bilî dewletên welatiyên xwe yên DAIŞ′î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne venegerînin çareser nabe. Êdî ev li ser Rêveberiya Xweser barekî giran in û îşaretê bi xeteriya vegera terorê ya careke din dike."

Parlamenterên ewropî bangên xwe ji tevahî dewletên ku welatiyên wan ên DAIŞ′î li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene dubare kir û got wan vegernin, di heman demê de bang li hêzên navneteweyî kir ku tevahî şêweyên piştgiriya guncaw ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin ku tedbîrên darizandina adilane ya endamên DAIŞ′ê ku destên wan di sûcên şer û sûcên dermirovî de hene pêk bînin.

(fr)

ANHA