Li Laziqiyê leşkerekî Şamê hate kuştin

Çeteyên ′Fetih El Mubîn′ derdora Nexşeba ya li bakurê gundewarên Laziqiyê tobparan kir, di encamê de leşkerekî Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Laziqiyê leşkerekî Şamê hate kuştin
4 cotmeh, 2023   08:15

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên ′Fetih El Mubîn′ derdora Nexşeba ya bakurê gundewarê Laziqiyê hêzên hikumeta Şamê topbaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê hêzên hikumeta Şamê jî gundê Miklibîs û Foca 46′an ên gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin.

SOHR′ê daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê gundê Filêfil ê çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kir.

(fr)