Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e

Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê yek ji berhemên şehîd Nagîhan Akarsel e. Endama navendê Rosîm Hesen destnîşan kir ku ev navend ji bo nifşên bê dikare bibe lêvegereke sereke û ji bo têkoşîn û xebata jinan arşîvek e.

Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê ya Şehîda Nagîhan:Nagîhan Lêveger û Arşîva têkoşîna jinan e
4 cotmeh, 2023   07:22

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnamvan Nagîhan Akarsel 4′ê Cotmeha 2022′yan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di sûîqesetekê de li ber mala xwe hat qetilkirin.

Çalakvan Nagîhan Akarsel ji bajarê Konya yê Bakurê Kurdistanê ye, di rojname û kovarên jinan de rojnamgerî kir. Her wiha gelek berhem û lêkolîn li ser jinên li Kurdistanê û derve  çêkirine. Nagîhan Akarsel ji bo vekirina akademiyeke jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê bi salan xebitî.

Ji bo pêkanîna armanca şehîd Nagîhan Akarsel, di 25′ê Hezîrana îsal de Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê li Başûrê Kurdistanê hat vekirin ku girêdayî Pirtûkxaneya Jinên Kurd.

ŞEHÎD NAGÎHAN BINGEHÊ VÊ PROJEYÊ DANÎ

Endama Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê Rosîm Hesen ji ajansa me re axivî û got, navenda Şehîd Nagîhan Akarsel yek ji projeyên pêxistina jinan e û got, ev navend ji bo nifşên bê dikare bibe lêvegerke sereke û arşîveke têkoşîn û xebata jinan e.

Rosîm diyar kir ku şehîd Nagîhan Akarsel bingehê vê navendê danî û beriya ku şehîd bibe kedeke mezin ji bo danîna bername û planeke xurt a navendê da.

Li gorî Rosîm Hesen, Navenda Zanist, Lêkolîn  û Arşîvê ya girêdayî Pirtûkxaneya Jinên Kurd, dîroka jinan a hezarên salan lêkolîn dike, her wiha lêkolînên ku dike arşîv dike.

Rosîm Hesen diyar kir ku pirtûxane xwe dispêre 3 hîmên sereke û bal kişand ser van xalan:

1- Pirtûkxane, navendeke perwerde û lêkolînan e. Her wiha derfetê li ber jinan vedike da ku li pirtûkxaneyê kom bibin û nêrînên xwe parve bikin, di heman demê de çareseriyên ji pirsgirêkên xwe yên girêdayî tundî, qetilkrin û dûrxistin û pirsgirêkên dîtir bibînin.

2-Pirtûkxane ji bo jinan navenda xweperwerdekirin, lêkolînkirin, xwendin, guhdarkirina û dîtina xebatên girêdayî têkoşîn, çand û berhemên jinên li Kurdistnê yên ji berê ve û heta niha.

3-Li pirtûkxane navendeke arşîvê ye ku berhemên nivîskî, dîtbarî û guhdarî tên arşîvkirin. Her wiha çîrok, nivîs, lorandin û stranên kevneşopî yên devkî têne komkirin û analîzkirin. Ev yek rê li ber jinan vedike da ku têkiliêyn xurt û rasterast bi dîroka xwe re ava bikin.

Endama akademiyê bal kişand ku Kurdistan destnîşan kir ku ew hewl didin tevahî berhem û pirtûkên ku jinan ên bi tevahî zimanan nîvisîne, berhev bikin  û got, ′′Kurdistan dabeşî çar parçeyan hatiye kirin û di bin serewriya dewletên serdest de, lew ra gelek nivîskar û lêkolînên jin bi zimanên dewletên serdest nivîsn, ji ber zimê kurdî qedexe bû.′′

Rosîm Hesen da zanîn ku Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd armanc dike dîroka jinan binîvisîn, berhemên lêkolîn, çandî, wêjeyî û zanistî yên tevahî jinan kom bike.

Rosîm got, Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê ne pirtûkxaneyeke ji rêzê ne, lê navenda perwerdekirina jinan û cihekê kombûna jinên ji hemû pêkhateyan e.

Têkildarî behem û lêkolînên ku şehîd Nagîhan amade kirine, Rosîm Hesen diyar kir ku şehîd Nagîhan gelek lêkolîn li ser jinan, wekî lêkolînên li ser jinên li Efrînê û yên li Şengalê kirine û got: "Hinek ji van lêkolînan di pirtûxaneyê de hene û beşek din di çapxaneyê de ye, dema çapkirina wan bi dawî bibin wê bikevin pirtûkxaneyê. Her wiha xebat li ser çapkirina tevahî gotar û nivîsên şehîd Nagîhan tê kirin da ku bikeve destên kesên werin pirtûkxaneyê."

JI BO TEVAHÎ JINÊN CÎHANÊ CIHEK E

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê Rosîm Hesen destnîşan kir ku ji ber pêwîstiya jinên Kurdistanê ev navend hat vekirin û wiha domand: "Dîroka nivîskî heta radeyekê di bin yekdestdariya mêran de pêş dikeve, lê ji aliyê din ve kevneşopiya devkî şopên civaka xwezayî, bi gotineke din çanda jinan hildigire. Komkirin û analîzkirina çîrok, lorandin, gotin, şîn û stranên di kevneşopiya devkî de dihêle ku jin bi dîroka xwe re têkiliyek xurttir û rasterast saz bike, ji ber ku sînorkirina dîrokê bi belgeyan tenê tê wateya paşguhkirina dîroka wê ya mezin, lewma eger jin dîroka xwe nenivîse û xwe nas neke, wê di bin desthilatdariya mêr de mehkûmî windabûnê be."

Rosîm Hesen anî ziman ku avakirina mîna vê navendê xwedî cihekî taybet li Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.

Rosîm Hesen bi domdarî got: ′′Em bi hêvî ne ku navnedê pêş bixin da ku layiqê keda şehîd Nagîhan bin. Em dixwazin projeyên lêkolînê pêk bînin, têkikiyên bi jinên ji hemû beş û pêkhateyan re xurt bikin, pêş bixin û kûr bikin, ji ber ku ev cih ji bo tevahî jinan e. Em bang li jinan dikin vê navendê wekî cihê xwe bibînin û navendê bi berhemên xwe pêş bixin.′′

Rosîm qala têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel kir û wiha got: "Ji azadiya jinan dixebitî. Her wiha wekî nivîskar tevahî jiyana xwe xist xizmeta ragihandina dengê heqîqetê. Hewl didan jinan bighîne cewherê wan ê rasteqîn. Li ser vî esasê bi jiyanê ve girêdayî bû. Şehîd Nagîhand ji bo jin xwe nas bike û bighêje xwebûnê kedeke mezin da, têkoşîneke bêhempa nîşan da û li ser şopa Jin Jiyan Azadî pêşeng bû."

Rosîm Hesen di dawiyê de soza şopandina xeta şehîd Nagîhan Akarsel da û got: "Em hevrêyên şehîd Nagîhan em ê xeta wê bidomînin ta xeyalê wê yê jiyanek li civakeke azad pêk bînin ku jin tê de pêşeng be. Em ê bi heman eşqa şehîd Nagîhan vê projeyê bidomînin û bi awayekî mezin pêş bixin."

(bb)

ANHA