Nasnameya gerîlayên çalakiya fedaî kirine hat aşkerekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên 1'ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.

Nasnameya gerîlayên çalakiya fedaî kirine hat aşkerekirin
3 cotmeh, 2023   07:18

Daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:

"Me ragihandibû ku 1'ê Cotmeha 2023'an saet di 09:30'î de li navenda Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk tîmek ser bi Tabûra me ya Nemiran çalakiya fedaî kiriye û diyar kiribû ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên fedaî aşkera bikin.

Tîma me ya fedaî ku ev çalakiya bi heybet û dîrokî bi rengekî profesyonel pêk anî hevrêyên me Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) in. Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku heta dawiyê em ê dilsozê rêbaza hevrêtî û jiyana Apoyî, xeta têkoşînê, sekna fedaîtî, profesyonelî, hêza tolhildanê ya mezin a şehîdên me yên fedaî yên Tabûra me ya Nemiran bin, her wiha heta dawiyê bi çalakiya wan a mezin a ku serketinê li me ferz dike girêdayî bimînin, têkoşîna wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rojhat Zîlan

Nav paşnav: Ozkan Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Îpek-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Cotmeha 2023 / Enqere

Nasnav: Erdal Şahîn

Nav paşnav: Hasan Ogûz

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Ramziye-Abdûlselam

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Cotmeha 2023 / Enqere