Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin

Li Akademiya Şehîd Bingeh a li bajarê Qamişlo bi tevlêbûna 30 endamên komîteyên perwerdeyê dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî dest pê kir.

Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
Li Akademiya Şehîd Bingeh dewreyeke perwerdeyê hat vekirin
2 cotmeh, 2023   19:11

Dewreya pewerdeyê bi navê Aslan Qamişloyê hat vekirin ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Axaftina destpêkê ya vekirina dewreya perwerdeyê ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeyê ya akademiyê Silêman Ebû Bekir ve hate kirin. Silêman Ebû Bekir vekirina perwerdeyê pîroz kir û got: "Ev perwerde, perwerdeya li dijî xiyanetê ye, ji ber wê jî bi navê şehîd Aslan Qamişlo ye hat vekirin ku di encama êrişa balafira bêmirov de û bi hevkariya sîxur û xayînan şehîd bûye."

Ebû Bekir wiha zêde kir: "Vekirina perwerdeyê di vê mehê de ku meha destpêka komployê nîşana gelek tiştan dide. Em barê têkbirina vê komployê hildigirin ser milê xwe. Em ê bi rêya pêkanîna fikrê neteweya demokratîk di civakan de û pêşxistina asta endamên komîteyên perwerdeyê komployê têk bibin."

Li gorî Komîteya Perwerdeyê, perwerde dê mehekê  dewam bike û rojan derdora 3 saetan ders li ser neteweya demokratîk bê dayîn.

Akademiya Şehîd Bingeh ji aliyê komînên taxa Qedûrbeg a Qamişlo ve ji b rûniştandina fikrê perwerdekirinê di nav civakê de û belavkirina fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.

(mh)

ANHA