​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn

Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê fermandar Şervîn Serdar, Canda Cûdî û Nûcan Ocalan bi bîr anîn ku 15′ê Îlonê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Şervîn, Canda û Nûcan li Minbicê hatin bibîranîn
2 cotmeh, 2023   14:52

Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê bi semînerekê endamên Fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê û fermandara Meclisa Leşkerî ya Minbîcê Şervîn Serdar (Îman Mehmûd Derwêş) , Nûcan Ocalan (Şîlan Mihemed Ehmed) û Canda Cûdî  (Sara Mihemed Ebdî) bi bîr anîn yên ku 15′ê Îlona îsal di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê şehîd bûbûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, malbatên şehîdan û şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.

Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mizgîn Çotkar axivî û got: "Mirovên dixwazin azad bijî, divê bi cesaret bin û karibin li ber xwe bidin û amade bin berdîlan bibin. Yên xwedî van taybetmendiyan bin ew xwediyên felsefe û îdeolojiyek in ku li gorî wî xwe bi rêxistin dikin û li ser wê dimeşin. Hevalên ku şehîd bûn jî  eger ewqas bi hêz nebûnan û ewqasî xwe di vê felsefeyê de kûr kiribûn, li pey armancên xwe nediketin û di oxira azadiyê de berdîl nedidan ji ber ku qelenê azadiyî jî buha ye."

Mizgîn Cotkar bal kişand ser rola jinan di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ′ê de û got, ew ê xeta şehîdan bişopînin ta armancên wan bighînin serî.

Piştre sînevîzyonek li ser her sê şehîdan hat pêşandan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê Amara Îbrahîm qala têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Jinan roleke pêşeng a girîng lîstin, her wiha gavên mizin avêtin û di encamê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Rola jinan di têkbirina rêxistina terorîst a ku li ser tevahî cîhanê gef bû de sereke bû. Jinan ji Kobanê ji cenga hebûn û nebûn heta Baxoza Dêrazorê ku baregeha dawîn di destê DAIŞ′ê de mabû, şer kirin.′′

Amara Îbrahîm li ser şehîd Şervîn Serdar jî got: "25 salan bê westandin kar kir. Rêwîtiya wê ya têkoşînê bi serketinan tijî ye. Şehîd Şervîn wekî berxwedêr û jineke azad nûnertiya YPJ′ê di qadên navneteweyî de kir û di tevahî eniyên şer de pêşeng û fermandar kir. Her wiha di qada siyasî û civakî de têkoşerek bû."

Amara Îbrahîm anî ziman ku fermandar Şervanî mohra xwe li şoreşê xist û bû sembola şoreş û têkoşînê û bû meşaleya ku rêya jinên azadîxwaz ronî kir.

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê Amara Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de soza da ku wekî Meclisa Leşkerî ya Jinan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê wê wefadarên bîranîna şehîdan bin.

Semîner bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(bb)

ANHA