Li Kobanê qezaya trafîkê: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li Kobanê ciwanê bi navê Celal Îsmaîl Salih di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê qezaya trafîkê: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
2 cotmeh, 2023   13:19

Li ser rêya gundê Kîkan-Kobanê, erebeyek li motorsîklêta ciwanê bi navê Celal Îsmaîl Salih (20) qelibî.

Di encama qezayê de Salih birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Kobanê. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Salih jiyana xwe ji dest da.

Celal Salih ji gundê Mersmîl ê Kobanê ye.

(şx)

ANHA