Li Hewlêrê xwendekaran nerazîbûn nîşanî polîtîkayên PDK′ê dan

Li Hewlêrê xwendekarên zanîngehê li dijî nedana fona mehane nerazîbûn nîşandan

Li Hewlêrê xwendekaran nerazîbûn nîşanî polîtîkayên PDK′ê dan
2 cotmeh, 2023   13:32

Li gorî Rojnews, xwendekarên Zanîngeha Polîteknîka a Hewlêrê li dijî nedana fona (alîkarî) mehane ya xwendekaran, nerazîbûn nîşandan. Xwendekaran bang li saziyên peywendîdar kirin ku di zûtirîn dem de fona wan bidin.

Îro xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê yên beşa bizîşkî, endazyarî û kargêriya kar ku hejmara wan nêzî 4 hezar xwendekarin, li dijî nedana alîkariya mehane nerazîbûn nîşandan.

Li ser navê xwendekaran Ehmed Kerîm daxuyanî da çapemeniyê û got: “Dabeşnekirina fona mehane bandorê li ser xwendina me kiriye. Rewşa malbatên me jî ne başe ku alîkariyê bi mere bikin.