Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî li bijîşkekî û hemşîreyekê dan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nexweşxaneya Girê Spî li bijîşkekê û hemşîreyekê dan û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî li bijîşkekî û hemşîreyekê dan
2 cotmeh, 2023   12:55

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Feyleqê Salis a dewleta Tirk a dagirker li nexweşxaneya Girê Spî li bijîşkê bi navê Heyan El Hemûd û hemşîreya bi navê Suad El Meşhûr dan.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyekî komê, qeza kiribû û li nexweşxaneyê ji aliyê El Hemûd û Sûad ve dihat dermankirin, lê dawiyê miriye. Ji ber wê çeteyên komê li her duyan daye.

Her wiha aşkera kir çeteyan amûrên tenduristiyê yên odeya destwerdana lezgîn şikandine.

Çavkanî got çeteyan bijîşk û hemşîre piştî bûyerê ber bi cihekî ne diyar ve birine.

(şx)