Şêniyên Dêrazorê ji bo QSD′ê meşiyan

Şêniyên gundewarê bakurê Dêrazorê gotin, ajnîdeyên derve li pey bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê bûn. Şêniyan her wiha piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman.

Şêniyên Dêrazorê ji bo QSD′ê meşiyan
1 cotmeh, 2023   17:14

Şêniyên gundewarê bakurê Dêrazorê di meşekê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re nîşan da.

Endamên saziyan û partiyên siyasî û rûspiyên eşîran jî di nav de şêniyên gundewarê bakurê Dêrazorê li pêşiya avahiya meclisa gundewarê bakur ê Dêrazorê kom bûn û ber bi çerxerêya Sehîdan a li navenda bajarokê Siwer ve bi rê ketin. Di meşê de alên QSD û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li wir, bi navê rûspiyên eşîrên bakurê Dêrazorê Ezawî El Herbî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di dema dawîn de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fîtne û komployeke hat meşandin. Ev komplo bi destê hin aliyên dijber hat amadekirin û armanca wan ew bû fîtne û tevliheviyê li herêmê derxin.′′

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi saya hişyarbûna hemû aliyên leşkerî û sivîl  û bi saya berxwedana QSD'ê ev komplo bi hevgirtinekê hat têkbirin. Her wiha hate gotin: ′′Hinek aliyên hundirîn û derve bi komployê xwestin ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin. Lê gelê me bi yek destî li hemberî vê komployê sekin û ewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger kirin. Di dema vê komployê de xwestin milkên giştî û taybetî talan bikin, bidizin û wêran bikin, stasyonên avê teqandin, nexweşxane û saziyên giştî û yên taybet wêran bikin. Armanca wan ew bû ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, ji ber ku ev proje hêviyên tevahî pêkhateyan di jiyana hevbeş, azadî, edalet û wekheviyê pêk bîne.

Em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê milkên giştî û taybet ji nû ve ava bikin û piştgiriyê bidin QSD′ê.

Em tu destwerdana ji derve û hundir qebûl nakin. Wek ku fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî dibêje QSD'ê amade ji bo parastina gel berdêlên herî buha bide û hewldanên fîtneyê têk bibe."

 (mh)

ANHA