Kombûna Jinan a Zenûbiya her du pêngav bi dawî kirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê ya bi dirûşma ′′Bi hev re em ê civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin′′ û pênava hişyarkirina ji zewicandina zarokan bi dawî kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya her du pêngav bi dawî kirin
Kombûna Jinan a Zenûbiya her du pêngav bi dawî kirin
Kombûna Jinan a Zenûbiya her du pêngav bi dawî kirin
Kombûna Jinan a Zenûbiya her du pêngav bi dawî kirin
1 cotmeh, 2023   16:54

Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Reqa, Tebqa Dêrazor û Minbicê bi daxuyaniyên cuda destnîşan kirin ku pêngavên xwe yên hişyarkirina ji metirsiya madeyên hişbir û zewicandina zarokan bi dawî bûn ku beriya du mehan dabûn destpêkirin.

Berdevka meclisa kombûnê ya Reqayê Sewsen El Xelef, rêvebera meclisa kombûnê ya Tebqayê Nûr El Henefî, endama meclisa kombûnê ya Minbicê Diwêda El Hinêzil  daxuyanî xwendin. Li bajarokê Kisra yê gundewarê rojava yê Dêrazorê jî endama Komîteya Tenduristiyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya gundewarê rojava yê Dêrazorê Leyla Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, serkeftin û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xweşiya aliyên ku bo têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan dixebitin neçû. Her wiha hate gotin, van aliyan hemû rêbazên şerê taybet li dijî herêmê û gelê wê bi kar anîn û di dema dawîn de hewl da ciwanên herêmê bi madeyên hişbir jehrî bikin.

Di dewama daxuyaniyê de behsa zerarên hişbirê hatin kirin û hate diyarkirin ku ev made malbatê ji hev dixe û pêkhatina civakê têk bibe.

Kombûnê diyar kir ku ji ber bikaranîna van madeyan gelek sûc li dijî jinan hatine kirin, jin hatin qetilkirin û ber bi xwekuştinê ve hat dehfandin.

Di daxuyaniyê de hate goitn: ′′Ji bo têkbirina van hewldanan me di 1'ê Tebaxa 2023'yan de bi dirûşma ′Bi hev re em ê civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin′ pêngav da destpêkirin. Pêngav 2 meh dom kir. Di çarçoveya pêngavê de me şênî bi giştî û ciwan bi taybetî ji metirsî û bandorên nerênî yên madeyên hişbir hişyar kirin.′′

Di daxuyaniyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê de hate destnîşankirin ku bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Karûbarên Olî û Heyva Sor a Kurd 27 civîn hatin lidarxitin û hate gotin: "Di civînan de şênî bi awayekî balkêş beşdar bûn û nîqaşên berfireh ên der barê rêbazên bidawîkirina diyardeya madeyên hişbir û barizganiya wê de hatin kirin."

Di daxuyaniya Meclisa Kombûna Jinan a Tebqayê de jî hate gotin bi beşdarbûna 2 hezar û 463 jin û mêran 43 civîn hatin lidarxistin. Hate destnîşankirin ku di civînan de zerarên narkotîkê û rêbazên bidawîkirina wê hatin nîqaşkirin.

Di herdu daxuyaniyan de hate gotin, civîn bi van armancan û pêşniyaran bi dawî bûn:

1-Divê aliyên têkildarî tevgera li deriyên sînor asê bikin.

2-Divê navendên tenduristiyê ji bo dermankirina kesên narkotîk bi kar dianîn,  werin vekirin.

3-Cezayên giran li belavkarên narkotîkê were birîn.

4- Qanûnên cezakirina bazirgan û bikarênerên hişbirê werin pêşxistin û pêkanîn.

5- Çavdêriya li dibistan û peymangehan were kirin û  semîneran der barê metirsiyên hişbirê de werin dayîn.

6-Çavdêriya li dermanxaneyan were xurtkirin û derman bêyî raçêtên bijîşkan neyên dayîn.

7- Çalakkirina rola xetîbên mizgeftan ku di xutbeya înê de bal bikişînin ser vê diyardeyê.

8- Li bajêr û hemû navçeyan civîn werin lidarxistin û şênî werin hişyarkirin.

9- Cihên taybet ji bo ciwanan were peydakirin ku tê de werzîşê bikin.

Di her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku kombûn dê van pêşniyaran pêşkêşî aliyên têkildar bikin û wan bişopîne. Her wiha hate gotin, tê payîn pêngavên din wekî vê werin lidarxistin.

Di daxuyaniya meclisa kombûnê ya Dêrazorê de hate diyarkirin ku li ser mijara narkotîkê 113 civîn hatin lidarxistin û hate gotin: "Ji bo bidawîkirina diyardeya hişbirê divê em bi yek destî li hemberê bisekinin. Em ê ji bo avakirina nifşekî serkeftî û saxlem pêngavên xwe bidomînin, ji ber ku em bi ciwanan bi ser dikevin û jinên rêxistinkirî civakeke rêxistinkirî ne."

Di daxuyaniya meclisa kombûnê ya Minbicê de jî hate gotin: "Pêngava me 1'ê Tebaxê dest pê kir û 1'ê Cotmeha 2023'yan bi dawî bû. Me di pêngavê de civîn û semîner li bajar û gundewarê wên Minbicê li dar xistin. Di civînan de şênî ji metirsiya zewicandina zarokan hatin hişyarkirin.′′

Her wiha hate goitn, zewicandina zarokan diyardeyeke kevin e ku ji ber rewşên aborî, olî û siyasî yên xerab berbelavtir bû. Her wiha hate diyarkirin: "Pêngav bi encamnameyekê bi dawî bû û armancên me xistine pêşiya xwe ev in, bi rêya vekirina projeyan ji bo jinan qada aborî were pêşxistin da ku jin bikarin bi xwe debara xwe bikin, kursên li ser girîngiya fêrkarî û pêşketina fikrî bên dayîn, pêngavên hişyarkirina ji xetereya zewicandina zarokan werin zêdekirin, rola ragihandinê di hişyarkirina zewicandina zarokan de were aktîfkirin, li dibistan, akademî û saziyan semîner li ser vê mijarê werin domandin û qanûna malbatê were pêkanîn."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, dê pêngav û çalakiyên dijî tundiya li ser jinan berdewam bikin.

 (mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m2OyIxzF3I8?si=V0cHBpSme3BishG9" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GR34Jzi2UXA?si=0ReOGfKa4aUSBmyf" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AXjx6DF5uu4?si=IFmy19Z97cVfNZD3" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>