Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin

Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komxebatekê de gotin, Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdan mejiyekî stratejîk ava kir û saziyeke rêveberiyê de afirand ku rola jinan tê de sereke be.

Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
Jinan paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de vegotin
1 cotmeh, 2023   15:58

Di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e" de, Kongra Star komxebatek bi dirûşma " Felsefeya Rêber Abdullah ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e′′ li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Hola komxebatê bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan mîna “Şoreşa ku jin di nav de cih negire nikare serkeftinê bi dest bixe”, “Konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê wê bibe bingeha yekitiya neteweyî li Rojhilata Navîn”, “ Şoreş di wateya felsefî de nayê wateya guhertina sînorên siyasî û ruxandina dewletê, yan avakirina dewleteke nû, lê tê wateya avakirina civak li mirovekî azad û demokratîk wek garantiya bingehîn a destkeftiyên şoreşê” û “Heger azadî yek ji xemên jinan be bi bilî veguherîna şoreşgerî û siyasî tu rê li pêşiya wan nemaye” hatibû xemilandin.

Derdora  100 jinên ji endamên kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Yekitiya Jinên Êzidî, Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamê partiyên siyasî û YPJ′ê amade bûn.

Komxebat ji 4 mijaran pêk hat. Mijara yekemîn bi sernavê " Rêbertî li Rohilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan" ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD′ê Foza Yûsif ve hat şîrovekirin. Mijara duyemîn bi sernavê "Komplo, tecrîd û pergala li Îmraliyê tê meşandin" ji aliyê endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nuha Mihemed Şerîf Omer ve hat şîrovekirin.

Her wiha mijara sêyemîn bi sernavê "Projeya neteweya demokratîk modela çareseriyê ye" ji aliyê seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve hat nirxandin û mijara çaremîn a bi sernavê " Konfederalîzma jinên demokratîk " ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbyayê Xûd Îsa El Elî ve hat şîrovekirin.

Komxebat bi axaftina endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed ve dest pê kir. Remziye Mihemed got: "25 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn. Rêbertî ji bo rêxistinkirina civakê û parastina hemû pêkhateyan têk dikoşe, lê ev yek li xweşiya hêzên kapîtalîst nehat, loma di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de xwestin gelê Kurd qir bikin."

Remziye Mihemed anî ziman ku bi pêkanîna konfedralîzma demokratîk a jinan wê jin tevahî komplo, êriş û binpêkirinan têk bibin û dawî li tundiya li ser xwe bînin û azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Pişte mijara yekemîn bi sernavê " Rêbertî li Rohilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan" dest pê kir ku ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD′ê Foza Yûsif ve hat şîrovekirin.

Foza Yûsif di desptêkê de Komploya Navnetweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, komplo di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de tevahî gelên Kurdistanê hedef girt.

Foza li ser mijara komxebatê got: "Di dîrokê de ji serdema xwedawendan heta roja me ya îro, Rojhilata Navîn navenda pêşketinê ye. Rêbertî di çarçoveya vê erdîngariyê de sînordar nedima, lê belê bandorê wê li tevahî dewlet, çand û parzemînên din hebû. Bandora fîlozofan heta serdama 15′an de mezin bû, lê bi demê re kesayetên pêşeng ên li Rojhilatê Navîn ku cîhan ronî kirin, lawaz bûn û îro Ewropa bûye navenda felsefe û zanistê.′′

Foza Yûsif diyar kir ku beriya şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn kesayetên pêşeng di nava Kurd û Ereban de derketibûn û wiha domand: "Lê li dijî van kesayetan êrişan hatin kirin û wan di navbera du vebijêrkan de an bibin sîxur an werin qetilkirin dihat hilbijartin. ′′

RÊVEBERTÎ SAZIYEKE RÊVEBERIYÊ YA GELAN AVA KIR

Foza Yûsif bal kişand ser derketina Rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî hate kirin û got: "Rêber Abdullah Ocalan xîtabî hemû gelên Kurdistanê kir û ji bo avakirina mejiyekî stratejîk ji bo gelê Kurd tê koşiyan. Her wiha hevsengiya hêzên li herêmê ava kir. Ev yek hêzên kapîtalîst aciz kir. Rêbertî ne rêberekî eşîran an jî yê malbatî bû, lê belê Rêbertî ji têkiliyên malbatî yên nîjadperest dûr ket û azadiya jinan wekî bingehê guhertina civakê dît. Her wiha ne kesayetekî neteweperest bû, lê belê li ser asta stratejiya têkiliyên di navbera hemû gelan de û avakirina hawirdoreke demokratîk tê koşiya. Piştî komploya navneteweyî, Rêbertî di girîgehê de pirtûk nivîsî û di girîgehê de gelek caran  got, hewl dan di kesayeta wî de Kurdan tesfiye bikin, lê nikaribûn. Rêbertî rêveberên Kurdan afirandin û bi her şehîdekî re bi dehan rêveber çêdûn. Her wiha jin  jî bûn rêveber û pêşengên gelê xwe, ji ber vê yekê bi rêya hedefkirina pêşengên me dixwazin me bitirsînin."

Mijara duyemîn a bi sernavê "Komplo, tecrîd û pergala li Îmraliyê tê meşandin′′ ji aliyê endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nuha Mihemed Şerîf Omer ve hat şîrovekirin. Nuha bal kişand ser qanûnên navneteweyî yên ku dewleta Tirk a dagirker têkildarî Rêber Abdullah Ocalan bin pê dike û wiha got: "Ji qanûnên têne binpêkirinê, mafê îltîcaya siyasî ye. Nabe îşkence li girtiyekî siyasî were kirin an muameleyek dermirovî û cezayeke girîn li dijî girtiyan were kirin."

Endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi rêya nameyeke bi dîmen beşdarî komxebatê bû. Raziye Ozturk bal kişand ser pêvajoya tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên li dijî wî têne kirin û got: "Armanc ji komployê ew bû ku hewldanên azadî û demokrasiyê yên ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve têne kirin, werin têkbirin, lê Rêbertî ev hewldan têk birin û bingehên hevbendiyên gelan danî."

BANGA AVAKIRINA HEVBENDIYÊN JINAN

 

Mijara sêyemîn a bi sernavê "Projeya neteweya demokratîk modela çareseriyê ye" ji aliyê seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve hat birêvebirin. Edalet Omer got; "Ji ber kaosên li Rojhilata Navîn, felsefeya neteweya demokratîk ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat afirandin. Ev proje li dijî dewlet-netewe ye û ji aloziya li Sûriyeyê û herêmê re dikare bibe çareserî."

 

Mijara çaremîn a bi sernavê " Konfederalîzma jinên demokratîk " ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbyayê Xûd Îsa El Elî ve hat şîrovekirin. Xud Elî diyar kir ku pêwîstiya cîhanê bi Konfederalîzmeke demokratîk a jinan heye û got:" Ev pergal ne navendî ye, lê modeleke rêxistinî li ser bingeha nîv serxwebûna demokratîk hatiye avakirin. Ev pergal tê wateya ku her kes xwe li hember hemûyan berpirsiyar dibîne.”

Xûd El Îsa anî ziman ku divê hevbendiyên jinan ên şoreşgerî li ser asta cîhanê werin avakirin û got: "Divê ev hevbendî demokratîk bin, xwedî wateyên stratejîk bin. Divê li ser esasê armancan, ne li ser esasê berjewendiyên were pêşxistin.′′

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman jî bi rêya dîmenekî beşdar bû. Sewsen têgeha konfedralîzma demokratîk û neteweya demokratîk şîrove kir û got: "Ji ramanê neteweya demokratîk ê ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, tiştekî din girîgtir nine ku em li ser biaxivin. Ev proje pêwîstiyek e û ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek e. Projeya neteweya demokratîk hebûna gelan, wekhevî û jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de mîsoger dike."

Beşdaran nêrînên xwe parve kirin û gotin, divê jin di hemû qadan de di serî de qada diplomatîk û qanûnî de têkoşînê xurt bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û ji bo berfirehkirina fikra konfedralîzma jinên demokratîk li gelemperiya Rojhilata Navîn bixebitin.

Komxebat bi xwendina encamnameyekê bi dawî bû. Encamname bi zimanê kurdî ji aliyê Hena Xalid û bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve hat xwendin.

)bb)

ANHA