Li Xartûmê ji ber şer kuştî û birîndar çêbûn

Ji ber êrişên hewayî û topbaranên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, li gelek deverên li Xartûmê gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Xartûmê ji ber şer kuştî û birîndar çêbûn
1 cotmeh, 2023   06:57

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku ji ber şerê li başûrê Xartûmê kesek hatine kuştin û 17 kesên din birîndar bûne. Lê dezgehên çapemeniyê yên xwecih diyar kirk u herî kêm 11 sivîl hatine kuştin.

Li gorî ajana Nûçeyan a El Alam El Erebî ku agahiyên xwe dispêre hin şahidan, artêşê bi çekên giran hin bendên li herêma leşkerî ya Wadî Seydne li bakurê Um Derman, tax û deverên di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li başûr û naverasta bajêr, topbaran kirine.

Malpera Sûdan Tribune ragihand ku di êrişên hewayî û topbaranên navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li gelek deverên Xartûmê, herî kêm 11 sivîl hatine kuştin.

Li gorî malperê, balafireke bêmirov a artêşê, herêma Mayo ya başûrê kemberê li Xartûmê bombebaran kiriye û herî kêm 3 kes hatine kuştin.

(şx)