​​​​​​​Di depoya çekan a pêşmergeyan de teqîn: 3 birîndar

Di depoyeke çek û teqemeniyan ya Fermandariya Spîlkê de teqînek çêbû û di encamê de sê pêşmerge birîndar bûn.

​​​​​​​Di depoya çekan a pêşmergeyan de teqîn: 3 birîndar
28 îlon, 2023   18:22

Li gorî Rojnews′ê di dema paqijkirina depoya çek û teqemaniyan a li nav baregeha Fermandariya Spîlkê ya pêşmergeyan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, guleke topê teqiya û di encamê de sê pêşmerge birîndar bûn.

Bûyer îro di saet 18:00’an de pêk hatiye û têkildarî teqînê Fermandarê Fermandariya Spîlkê Lîwa Tarîq Hernî ragihand ku her sê pêşmerge di encama parçeyên guleya topê de birîndar bûne û ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneya Xelîfanê.