Li Mêrdînê 3 ciwan hatin girtin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sê ciwanên ku di avêtina ser malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li Mêrdînê 3 ciwan hatin girtin
28 îlon, 2023   18:18

Duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di avêtina ser malan de ciwanên bi navê Mehmet D., Halîl T. û Kanîvar G. hatibûn binçavkirin. Her sê ciwan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Her sê ciwan piştî îfadeya li dozgeriyê jî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Ciwanan li dadgeriyê got ku li midûriyeta polîsan bi zextan re rû bi rû mane û "îfadeyên berê hatine amadekirin" bi wan dane îmzekirin.

Ciwanan diyar kirin ku îfadeyên li midûriyeta polîsan ne yên wan in û sûcên pê tên tawanbarkirin red kirin. Lê dadgeriyê her sê ciwan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin û ew şandin Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê.