Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin

Di merasîmê oxirkirina şehîd Mihemed û şehîd Dilşêr de soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
28 îlon, 2023   18:11

Bi sedan şêniyên Hesekê şervanên QSD′ê Omran Remo (Dilşêr Hesekê) ê di encama bersivdayîna êrişên çeteyan de li Dêrazorê şehîd bû û Mihemed Elî (Doxan) ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir kirin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed di kesayeta şehîd Dilşêr û şehîd Doxan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîdên me ji bo rizgarkirina gelê xwe û xaka xwe berdêlên giranbuha didin."

Rojda Ehmed bal kişand ser bûyerên vê dawiyê ku li Dêrazorê  rû dan û got: "Hin aliyan xwestin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û ewlehiya herêmê têk bibin. Lê bi saya hêzên me yên leşkerî ev hewldan têk çûn."

Rojda Ehmed destnîşan kir ku bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan xwîna Kurd û Ereban tev li hev bû.

Ji fermandarên QSD′ê Xalib Mihemed sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: "Van şehîdan bi hemû hêza xwe li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê tê koşiyan ta gihaştin asta şehadetê."

Mihemed soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên şehîdan Gulçîn Ehmê wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Dilşêr li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin û cenazeyê şehîd Doxan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo ve oxirkirin.

(bb)

ANHA