Bafil Talebanî careke din bû serokê YNK`ê

Di 5’emîn Kongreya YNK’ê de, Bafil Talebanî bi piraniya dengan wek serokê YNK’ê hate hilbijartin.

Bafil Talebanî careke din bû serokê YNK`ê
27 îlon, 2023   17:26

Di 5’emîn Kongreya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin de, Bafil Talebanî bi piraniya dengan weke Serokê YNK’ê hate hilbijartin.

Li gorî rêziknameya kongreyê, tu cîgirên serokê YNK’ê wê nebin. Her wiha di kongreyê dê wê rêziknameya navxweyî ya partiyê bê sererastkirin, wê sê encûmen bên hilbijartin ku ji Encûmena Serkirdayetî, Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewendiyên YNK’ê û li gel Encûmena Piştevaniyê ku rasterast wê ji aliyê Bafil Talebanî ve serpereştiya wê bikirin, pêk tên.

(şx)