Nirxandinek li ser sedem û encamên serdana Esed a li Çînê

Beriya çend rojan Beşar Esed serdana Çînê kir, serdan ′girîng′ hat nirxandin. Di encamê de teqezî li ser vê yekê hate kirin Esed ji ber zextên rojavayî berî dide rojhilat. Di heman demê de serdanê niyetên Çînê aşkera kirin ku dixwaze hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn xurt bike.

Nirxandinek li ser sedem û encamên serdana Esed a li Çînê
27 îlon, 2023   03:17

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya girêdayî hikumeta Şamê, Beşar Esed di serdana xwe ya li Çînê de ku ku roja Înê pêk hatibû de, 3 peymana "Tevkariya stratejîk a Sûriye-Çînê" bi serokê Çînê Xi Jinping re îmze kirin. Peymana yekemîn girêdayî tevkariya aborî, ya duyemîn jî girêdayî pevguhestin û tevkariya di warê geşkirina aborî de ye, her wiha peymana sêyemîn girêdayî plana tevkariyê ya di çarçoveya însiyatîfa çember û rê de ye.

Ji derveyî daxuyaniyên fermî yên her du aliyan ên der barê armancên vê serdanê, gelek armancên din hene ku Şam û Pekînê li bende pêkanîna wan in. Ji wan armancan:

-Ev serdan di çarçoveya têkçûna hêviyên hikumeta Şamê de pêk hat. Serdan di heman demê de bi armanca lihevkirina bi dewletên erebî re bû ku di encamê de  dewletên ereban dê bikarin hêzên rojavayî iqan bike ku hişkiya li dijî hikumeta Şamê kêm bikin û zexta aborî li ser wê sivik bibe. Hikumeta Şamê  ji têkçûna aboriya aboriya xwe ya bi sedemên qutkirina alîkariyên madî yên ji aliyê Rûsya û Îranê ve û derxistina cezayan li dijî wê, berê xwe da Çînê.

-Çînê di 2 salên dawîn de têkiliyên xwe bi welatên Ereban, bi taybetî yên kendavê re xurt kiribû. Piştî ku welatên kendava erebî û yên rojava projeya kerîdora nû ya aborî ragihandin, Çînê tê gihişt ku dê armancên wê pêk neyên, nemaze ku ev proje heta asteke mezin rikberiya însiyatîfa çember û rêyên Çînê dike.

- Hemwextî mijûlbûna Rûsya bi şerê li dijî Ukraynayê re, tê pêşbînkirin ku Pekîn rola xwe ya siyasî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê çalak bike. Ev yek ji dema ku Çînê çavdêriya dan û standinên Erebistana Siûdî – Îranê kiriye ve xuya ye. Ji ber wê jî tê pêşbînkirin ku Çîn di serî de çavdêriya dan û standinên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bike, her wiha nakokî û aloziyên di navbera dewletên Ereban û hikumeta Şamê de çareser bike.

- Ji bo Çînê dosyeyeke ewlekariyê ya girîng heye. Ev dosya girêdayî çeteyên Îgor ên li deverên Sûriyeyê yên dagirkirî. Li gorî raporan hejmara van çeteyan nêzî sed hezar e. Eger ev çeke vegerin Çînê dê xetereyê li ser ewlehiya wê çêbikin.

- Çîn hewl dide rola xwe li Sûriyeyê xurt bike û rê li ber kontrola Amerîkayê bigire. Îsbata vê yekê jî ew e ku Çînê her tim hewl dide di aliyê aborî de xwe îsbat bike. Her wiha ji ber hebûna piraniya bîrên petrolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Çînê çavê xwe berdaye vê herêmê.

ENCAM:

Di encamê de xuya dibe ku Çîn hewl dide rola xwe ya siyasî û aborî li Sûriyeyê xurt bike da ku di radeya yekemîn de destkeftiyan qezenc bike û di radeya duyemîn de hevrikiriyê hebûna DYA û û dewletên rojavayî bike. Lê belê gelek astengî li pêşiya hewldanên Çînê hene, yek ji van astengiyan; tu hêzên leşkerî yên Pekînê li Sûriyeyê tune ne, lew ra neçar bimîne xwe bispêre Rûsya û Îranê da ku zextê li hêzên biyanî yên li wir wekî DYA û Tirkiyeyê bike.

Tê pêşbînkirin ku Çînê hewl dide bi rêya îmzekirina peymanên razimaniyê yên demdirêj desteka aborî bide hikumeta Şamê û desteka leşkerî bide hêzên wê. Di encamê de eger Çînê beşdarî her rêghên siyasî wekî civînên çaralî (Rûsya – Tirkiye – Îran – Sûriye) bibe, dê ev civîn bibin pêncalî. Di encamê de dê Çînê destkeftiyên aborî û leşkerî qezenc bike. Eger beşdarî van civînan jî neb hingî dê ji ber girîngiya wê ya aborî, siyasî, leşkerî ya li gel hevalbendên wê  dê para wê di her lihevkirineke an jî bazarekê de hebe.

(mh)

ANHA