​​​​​​​Rakirina avahiyên li ber hilweşînê bi dawî nebûye!

Derdora 7 meh di ser erdhejê re derbas bûn, lê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê xebatên rakirina avahiyên li ber hilweşînê bi dawî nekirine. Gelo sedema vê derengmayînê çi ye?

​​​​​​​Rakirina avahiyên li ber hilweşînê bi dawî nebûye!
27 îlon, 2023   02:06

6′ê Sibata îsal erdhejeke dijwar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hat û bandoreke mezin li herêmên Sûriyeyê kir. Herî zêde taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber erdhejê ziyan dîtin.

Li gorî Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber erdhejê 5 avahî hilweşiyan, ziyanên mezin gihaştin 12 avahiyên din û pêwîstiya wan bi rakirinê hene. Her wiha 400 avahiyên din ziyan dîtine lê dikarin werin sererastkirin. Di 18′ê Adara de avahiya yekemîn bi rêbazên kevn û derfetên heyî yên şaredariyê hat rakirin.

Derdora 7 mehan di ser karesata erdhejê re derbasbûn, lê 4 avahiyên li ber hilweşîne (3 li Eşrefiyê û 1 li beşa Marûf ê Şêxmeqsûdê) ku divê bên rakirin, hîna nehatine rakirin.

Têkildarî sedemên ranekirina van avahiyan, endamê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endazyar Ednan Caro diyar kir ku hikumeta Şamê nahêlin alavên rakirinê derbasî taxan bibin.

Caro ji ANHA′yê re diyar kir ku wan hin avahî bi amûrên ku ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tên, rakirin, lê di heman rojê de ew alav li herêmê tên vegerandin. Her wiha îşaret pê kir ku hin avahiyên din bi destan ji aliyê karkerên şaredariyê ve hatin rakirin û pîvanên silametiya giştî di ber çavan re hatin girtin.

Ednan Caro diyar kir ku xebatên rakirina avahiyan demekê rawestiya, piştre karkeran avahiyek din li Eşrefiyê bi çakûçkên mezin hilweşandin.

Nivîsgeha Teknîkî piştî xebatên tesbîtkirina avahiyan ku ji aliyê 3 komîteyan ve hatine kirin, biryara hilweşandina 12 avahiyên ziyandîtî da.

Şaredarî di xebatên rakirina avahiyan ve nahêle alav derbas bibin da ku ji ber tengbûnê qadê ziyan neghêje avahiyên derdorê, her wiha rêyên tê û diçe avahiyan digire û welatiyên derdorê agahdar dike ku di dema rakirinê de dernekevin belkon an jî baniyên xaniyan.

Plana rakirina avahiyên li ber hilweşînê ji aliyê endazyarên medenî û mîmarî ve tê dayîn û rakirin ji aliyê karkerên xwedî ezmûn ve tê kirin.

Hilweşandina avahiyeke 5 qatan bi vî rêbazî tevî rakirina kavilên wê derdora 10 rojan dewam dike. Lê eger alav pêşketî peyda bibin hingî wê rojek an du rojan tenê dewam bike.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî ambargoya hikumeta Şamê li gorî derfetên heyî rêbazan diafirîne. Mînak li şûna qîrê rêyan bi çementoyê sererast dike.

(bb)

ANHA