ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-09-2023
26 îlon 2023   23:00

-Hiqûqnas Xalid El Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dema Rêber Abdullah Ocalan ji qanûna `mafê hêviyê` mehrûm dike, qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê panelên hiqûqî û xwepêşandan bên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnas û rûspiyê êleke Reqayê Hisên El Mele got “Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe firehtir bike. Ew ji projeya Rêber Abdullah Ocalan a jiyana hevbeş û tunekirina pergalên kapîtalîst, ditirse. Divê em hevgirtî bin û dagirkeriyê biqewitînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derdora 7 meh di ser erdhejê re derbas bûn, lê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê xebatên rakirina avahiyên li ber hilweşînê bi dawî nekirine. Gelo sedema vê derengmayînê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beriya çend rojan Beşar Esed serdana Çînê kir, serdan ′girîng′ hat nirxandin. Di encamê de teqezî li ser vê yekê hate kirin Esed ji ber zextên rojavayî berî dide rojhilat. Di heman demê de serdanê niyetên Çînê aşkera kirin ku dixwaze hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn xurt bike.

-Dewleta Tirk siyaseteke dijminane li dijî Iraqê dimeşîne. Serdestiya wê dem demê binpê dike. Guh nade daxuyaniyên şermezarkirinê û hincetan ji êrişên xwe re dibîne. Rijandina xwîna iraqiyan li herêmên bakur didomîne.

-Li gorî agahiyan, dibe Burhan û Himêdtî hikumetên serbixwe li herêmên xwe ava bikin. Vê yekê metirsiyên ku welat ber bi xetereya perçebûnê ve biçe û senaryoya Lîbyayê dûbare bibin, zêdetir bûn. Gelo rewşa Sûdanê wê bi ku derê ve biçe?

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê dide, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma sersaxiyê ji bo rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran û fermandarê YPG′ê Aslan Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bîranîna şehîd Rûken û Sara li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya li bajarê Kobanê li dar dixe, saet di 14:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê ya li Hesekê di roja duyemîn de bi dawî dibe, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Rustem Cudî li ser gora wî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi bîr tînin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cizîrê şehîd Zeyenb Saroxan û şehîd Yilmaz Şero li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi bîr tînin, saet di 16: 30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA