Şênî û rûspiyên Til Hemîs piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da

Rûspî û serokeşîrên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Şênî û rûspiyên Til Hemîs piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da
26 îlon, 2023   20:11

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û serokeşîrên navçeyê li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a rojavayê navçeyê kom bûn û li wir daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra Xewatne Necim El Salih ve hat xwendin. Daxuyaniyê planên terorî li Dêrazorê û hewldanên ajandeyên derve yên peydakirina fîtneyê di navbera eşîran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şermezar kirin.

Her wiha El Salih destnîşan kir ku komên terorîst ên ku li Dêrazorê li dijî QSD'ê şer dikir dixwazin projeya neteweya demokratîk ku bi xwe çareseriya kirîza Sûriyeyê ye, têk bibin.

El Salih bang li hemû pêkhateyan kir ku hevgirtî bin û destekê bidin QSD'ê, guh nedin fîtne.

(mh)

ANHA