​​​​​​​Li Helebê rojbûna Pêxember Mihemed hat pîrozkirin

Saziya Olî ya bajarê Helebê bi boneya rojbûna Pêxember (Mewlidê Nebewî) merasîmeke olî li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê rojbûna Pêxember Mihemed hat pîrozkirin
26 îlon, 2023   19:43

Saziya Olî ya Helebê bi boneya Mewlidê Nebewî ya Şerîf merasîmeke olî li mizgefta mezin a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Bi sedan şênî di merasîmê de beşdar bûn.

Di serî de serokê Saziya Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen destnîşan kir ku roja jidayîkbûna pêxember Mihemed ji bo muslimanên li cîhanê rojeke pîroz e.

El Hesen ev roj li gelê cîhanê bi giştî û Muslimanan bi taybetî pîroz kir û hêvî kir aştî li seranserî cîhanê pêk were.

Piştre, koma Îbad Erehman a Saziya Olî sirûdên olî pêşandan û merasîm bi duayan bi dawî bû.

(mh)