Rojnameyên erebî: Tirkiye hewl dide bûyerên Dêrazorê bike zemîna lihevkirina bi Şamê re

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa têkiliyên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, pevçûnên çeteyên dagirkeriyê li bakurê Sûriyeyê û dosyaya nukleerî ya Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye hewl dide bûyerên Dêrazorê bike zemîna lihevkirina bi Şamê re
27 îlon, 2023   06:38

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Tirkiye li zemîneke lihevkirina bi Şamê re digere′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de got girîngiya çapemenî û siyaseta dewleta Tirk bi pêşdeçûna dawîn li Dêrazorê nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze zemînekê hevbeş di navbera xwe û Şamê de bibîne, da ku nakokiyên her du welatan rake. Rûbirûbûna bi Hêzên Sûriya Demokratîk re yek ji wan demên kêm e ku Enqere û Şam di van salên dawî de li ser xalên hevbeş li hev civiyane.

Li gorî rojnameyê, armanca daxuyaniyên dewleta Tirk ên piştgir ku Hêzên Sûriyea Demokratîk li Dêrazorê êrişan pêk tîne, nîşanda sekna xwe li kêlek Esed di dosyaya Dêrazorê de ye, bi wê yekê hêvî dike ku dan û standinên der barê dozên din de jî hêsan bike; hevdîtina Erdogan-Esed, vegera penaberan, vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê. Rojnameyê destnîşan kir ku li hember lihevkirina bi Esed re û dijberiya hevbeş ji Kurdan re dê serokkomarê Tirkiyeyê komên Sûriyeyê yên alîgir bike qurbanên wê yekê.

′DI NAVBERA ÇETEYÊN TIRKIYEYÊ DE ŞERÊ LI SER SERWERIYÊ′

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî nûçeyek li ser pevçûnên di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bakurê Sûriyeyê nivîsî. Rojnameyê got di navbera çeteyên bi navê ′Artêşa Nîştimanî′ û komên girêdayî ′Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê)′ de şer û pevçûnên çêbûn. Şerê wan li ser kontrolkirina deriyê Hemran e ku qezencên darayî, leşkerî wergirin û cihê xwe li bakurê Helebê xurt bikin.

′HEWLDANÊN JINÛVE DAN Û STANDIN NUKLEERÎ′

Têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê rojnameya Şerq El Ewsat behsa hewldanên jinûve destpêkirina dan û standinan di navbera Îranê û hêzên rojavayî kir. Rojnameyê di nirxandina xwe de xwe spart daxuyaniyên wezrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan ku got Japanê însiyatîfa ji bo jinûve destpêkirina dan û standinên bi armanca zindîkirina peymana nukleerî pêşkêş kir. Ew yek jî piştî salekê ji girtina rê li pêş dosyayê û tu encamên baş çênebûn, pêk hat.

(fr)