​​​​​​​Tora kehrebeyê ya Til Temirê tê temîrkirin

Komên temîrkirinê yên Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê xetên torên kehrebeyê yên li gundê Um El Kêf ên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker zirar dîtine, temîr dikin.

​​​​​​​Tora kehrebeyê ya Til Temirê tê temîrkirin
26 îlon, 2023   12:45

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva berê xetên kehrebeyê yên li nêzî gundê Um El Kêf ê li rojavayê Til Temirê ya Hesekê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de kehrebe li ser Til Temirê bi temamî qut bû. Vê sibehê komên temîrkirinê berê xwe da navçeyê da ku xetên kehrebeyê temîr bikin.

Li gorî Navenda Kehrebeyê, dê di çend saetên bê de temîrkirin bi dawî bibe.

Ev cara 26′an e ku stasyona kehrebeyê ku kehrebeyê dide Til Temirê, ji xizmetê derdikeve. Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ketober li dijî navçeyê kehrebe tê qutkirin.

(fr)

ANHA