YCWK'ê li Mersînê çalakî kir

Yekitiya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li hemberî saziya ser bi midûriyeta baxçeyên parkan a şaredariya bajarê mezin a Toroslarê çalakî kirine.

YCWK'ê li Mersînê çalakî kir
26 îlon, 2023   12:02

Milîsên Yekitiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyek weşand û ragihand ku 23'yê Îlonê saet di 00:50'î de li hemberî saziya midûriyeta baxçeyên parkan a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mersîn / Torosan, çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke YCWK′ê em careke din dixwazin nîşan bidin ku serî li ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a qirker- faşîst tu carî natewînin. Em fedaiyên Rêber Apo ne û komploya li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Divê her kes zanibe ku armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."