​​​​​​​Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê şerê çeteyan

Li gund û bajarokên gundewarên Helebê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, çete bi hev ketin. Li herêmê tevgera koçberiyê heye û rêyên li herêmên çete lê bi hev ketine, hatine girtin.

​​​​​​​Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê şerê çeteyan
26 îlon, 2023   13:16

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên ′Tehrîr El Şam′ û tevahî komên çete yên pê re gundewarên Boraniye, Şiêne, Sabûniye yên Cerablusê ya dagirkirî kontrol dikin, her wiha gundê Tenoze, Hec Kosa û Zahiriyê yên gundewarên bajarê Babê yê dagirkirî jî kontrol kirin.

SOHR′ê daxuyand ku çeteyên Tehrîr El Şam piştî çend saetên ji kontrolkirina parçeyên mezin ji Soran, Dabiq û Beran ên li gundewarên Exterîn ên bakurê Helebê, gundên Îhtîmalat-Şidod jî ên li bakurê Helebê kontrol kirin. Ew yek piştî şerekî dijwar bi çeteyên artêşa Tirk a dagirker re bi navê ′Artêşa Nîştimanî′ pêk hat.

Li Kampa Merc a li bakurê Helebê tevgereke koçberiyê ya xelkê kampê ber bi zeviyên çandiniyê ve çêbû.

Gundê Dabiq ê li Exterîn ê li bakurê Helebê bi hewan û RBK′yan hatin bombebarankirin. Xelkê gund banga vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo derketina wan ji herêmên şer kir, nexasim piştî her du aliyan bi moşek û çekên giran taxên gund bi kar anîn û tevahî rê girtin.

Li gorî SOHR′ê di şer de 11 çete hatine kuştin; 5 çeteyên Tehrîr El Şam û 6 çeteyên Sultan Murad û koma Ebû Heyder Meskene ya girêdayî Ehrar El Şamê. Li kêleka wê jî bi dehan çete ji her du aliyan hatin dîlgirtin.

Ji 14′ê Îlonê ve çeteyên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina deriyê Hemran di nava pevçûn û aloziyekê de ne. Li herêmê bi awayekî rojane di nava komên çeteyan de tevî rewşa awarte û li kêleka sewqiyatên leşkerî yên mezin û belavkirina bendan li ser rêyan di bin çavdêriya dewleta Tirk a dagirker de ku tank û panzerên xwe xistine dewrê, şer û pevçûn hene.

SOHR′ê diyar kir ku şer û pevçûnên heyî ji bo kontrolkirina deriyê Hemran ê stratejîk in.

Hemwextî şer, li herêmê tevgereke koçberiyê heye, mîna li bajarokên Soran û Îhtîmalat Dabiq. Her wiha rêyên ji Ezazê heta bi Cerablusê hatine girtin.

(fr)