‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hemade û soz da heta armanca şehîdan pêk were, dev ji rêya şehîdan bernedin.

‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
‘Rêya şehîdan ji bo gelan ronahî ye’
26 îlon, 2023   11:29

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundên derdorê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mehmûd Hemadê bûn ku 24`ê Îlonê şehîd bûbû.

Di merasîmê de ku li taxa El Neşwa ya Hesekê li dar ketiye, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewan axivî û got: “Destpêkê em sersaxî didin xwe û didin malbata şehîd Mehmûd û sebrê ji wan re dixwazin.”

Cewad di şexsê şehîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd dê ji bo gelê me bibin minare.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê jî got: “Dewleta Tirk a dagirker ji çend salan ve hewl dide fitneyê di nava pêkhateyan de derxe ji bo ku Rêveberiya Xweser û gel zeîf bike.”

Demhat Hesekê soz da ku her tim ax û gelê wê biparêzin û rêya şehîdan bişopînin ta ku armancên wan pêk werin.

Endama Kongra Star Fedwa Yasîn jî got şehîd Mehmûd û hevalên wî ji bo jiyana birûmet ji gelê xwe re biafrînin, canê xwe feda kir.

(şx)

ANHA