Meşa li Hesekê hate betalkirin

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê meşa ku diviyabû li Hesekê sibê bihata lidarxistin, betal kir. Ji ber ku sibe merasîma oxirkirina rojnameger Seyîd Evran û fermandarê YPG′ê Aslan Qamişlo li Qamişloyê tê lidarxistin.

Meşa li Hesekê hate betalkirin
26 îlon, 2023   12:21

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê çalakiya konvedanê vê sibehê li Hesekê li dar xist û dê 2 rojan dewam bike. Diviyabû sibê meşeke girseyî bihata lidarxistin. Ji ber ku dê xelkê Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina rojnameger Seyîd Evran û fermandarê YPG′ê Aslan Qamişlo bibe, meş hate betalkirin. Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê tên lidarxistin.

Çaverê ye sibê saet 08:00′an li Çerxerêya Sînalko karwana şêniyan ji Hesekê ber bi Qamişloyê bikeve rê.

(fr)

ANHA