Çalakiya konvedanê li Hesekê dest pê kir

Çalakiya konvedanê li Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” dest pê kir. Beşdaran banga mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Çalakiya konvedanê li Hesekê dest pê kir
26 îlon, 2023   11:44

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakî dane destpêkirin û îro jî li Qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir.

Şandeya Navenda Perwerdeyê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nalîn Elî axivî û behsa girîngiya çalakiyê kir û got: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, me gelek destkeftî li herêmê bi dest xistin.”

Nalîn diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina şoreşê ye. Nahîn destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyekê.

Nalîn bang li azadîxwazan kir ku têkoşînê mezin bikin ta ku tecrîd bi dawî dibe. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku rewşa Rêber Ocalan aşkera bikin.

Bi navê Navenda Perwerdeyê Mele Elî axivî û got azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û misogeriya aştiya li herêmê ye.

Çalakî dê heta sibe êvarê dewam bike.

(şx)

ANHA