Polîsan destûr neda li Amedê ji bo Evran şîn bê danîn

Polîsên dewleta Tirk destûr neda ku ji bo rojnamevan Seyîd Evran li Amedê şîn bê danîn.

Polîsan destûr neda li Amedê ji bo Evran şîn bê danîn
26 îlon, 2023   08:29

Rojnamevan Seyîd Evran 22'yê Îlonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.

Malbata Evran xwest li Mala Şînê ya Navendî ya li navçeya Hênê ya Amedê ji bo 3 rojan şînê dîne.

Lê belê emniyetê rahişt mifteya mala şînê û destûr neda malbatê ku şînê dîne.

Li ser vê yekê malbatê li ber mala xwe ya li taxê şîn danî û serdanan qebûl dike.